ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îran: Em bi ser ketin
Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê piştî şerê pênc hefteyan ê li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê 'serketin' ragihand. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku DYE'yê plana aştiyê ya ji 10 xalan a Îranê qebûl kiriye. -
Trump: Agirbesta 2 hefteyan bi şertê Tengava Hurmuzê ve hate girêdan
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku di rageşiya bi Îranê re li ser agirbesteke demkî ya ji 2 hefteyan biryar wergirtiye. Di daxuyaniyê de hate gotin, agirbest bi şertê jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ve hatiye girêdan. -
Pakistanê ji bo Îranê daxwaza dirêjkirinê ya 2 hefteyan kir
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxwaz ji DYE'yê kir ku dema ji bo Îranê diyar kiriye dirêj bike û anî ziman ku pêvajoya dîplomatîk bi pêş ve çûye. -
Rojnamevana Amerîkî ya ku li Bexdayê hatibû revandin hate berdan
Hate ragihandin ku Shelly Kittleson a Amerîkî ya ku hefteya borî hatibû revandin, piştî ku li Bexdayê hat girtin hate berdan. -
Serokê Dadweriya Îranê daxwaza bilezkirina darvekirinên muxalîfan kir
Serokê dadweriya Îranê Xulam Huseyîn Mohsenî Îcî bang kir ku darvekirinên derbarê muxalîf û girtiyên siyasî de bi lez were pêkanîn. -
Îranê hişyarî da DYE’yê: Heke êriş çêbe, em ê bersiveke hevseng bidin
Nûnerê Îranê yê NY’yê Îravanî gefên Trump wekî teşwîqkirina sûcên şer bi nav kir, li Kuweytê banga derneketina derve hat kirin, DYA’yê jî welatiyên xwe ji bo geşta Hecê hişyar kir. -
Li Rojhilat 2 jinên din jî hatin binçavkirin
Hate diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê 2 jinên din jî bi awayekî kêfî hatine binçavkirin. -
Êrîşên li ser Girava Hargê bihayên petrolê bilind kirin
Piştî nûçeyên êrîşê yên li ser Girava Hargê ku ji bo hinartina petrola Îranê xwedî girîngiyeke krîtîk e, bihayê bermîla petrola xav a DYA’yê WTI’yê ji sedî 2 zêdetir bilind bû. -
Trump gef xwar: Îşev wê şariştaniyek hilweşe
Serokê DYE’yê Donald Trump bang li Îranê ku kir ger peymanek çênebe îşev wê şaristaniyek hilweşe. -
Li dijî Baregeha Hewayî ya Ayn el- Esadê hewla êrîşê
Droneya ku xwest Baregeha Hewayî ya Ayn el-Esad hedef bigire, ji aliyê pergala parastina hewayî ya baregehê ve hate xistin. -
Ji Îsraîlê pêleke nû ya êrişê, ji Îranê hişyariya 'dema xwînsariyê qediya'
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêmên cuda yên Îranê êrişên hewayî yên berfireh li ser 'hedefên binesaziyê' kiriye. Îranê jî hişyarî da ku 'dema xwînsariyê' qediya ye. -
The Times: Mucteba Hamaney hişê xwe winda kir, kapasîteya wî ya rêvebirinê nîne
Rojnameya Îngilîz The Times îdîa kir ku lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Hamaney ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran, kapasîteya xwe ya rêvebirinê winda kiriye. Hate diyarkirin ku Hamaney li bajarê Kum tedawî dibîne. -
Şerê Îranê: Ultîmatom diqede, êriş dewam dikin
Ultîmatoma 'Tinekirina Îranê' ya Serokê DYE'yê Donald Trump diqede. Hate îdîakirin ku Tehranê pêşniyara agirbestê ya bi navbeynkariya Pakistanê hate kirin, red kiriye. -
Îranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYE’yê red kir
Îranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYE’yê red kir. -
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 319 kes hatin binçavkirin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê îro 319 kes kes hatin binçavkirin. -
Serokê Îstîxbarata Muxafizên Şoreşê ya Îranê hate kuştin
Serokê Îstîxbarata Muxafizên Şoreşê ya Îranê di êrişa hewayî de hate kuştin. -
Baregehên Heşdî Şabî hatin bombekirin
Baregehên Heşdî Şabî yên li Enbar û Diyalayê bi balafirên şer hatin bombekirin. -
Di şerê Îsraîl/DYE û Îranê de gefxwarin dom kir
Di roja 38’an a şerê Îsraîl/Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de gef û êrîş dewam kirin. -
Li Îranê ciwanekî din hate darvekirin
Elî Fehîmî yê 26 salî ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin. -
Li Rojhilata Navîn şerê hêz û bandorê yê hegemonan
Çarçoveya Berxwedanê ji bo parastina bandora herêmî ya Îranê, 'Hîlala Şîa' û berjewendiyên xwe şer dike. DYE û Îsraîl jî hem ji bo hevsengiya abborî û leşkerî li gelek eniyan pêk bîne hem jî bandor û baskên Îranê bişikîne êriş dikin. -
Zelenskiy, Şera û Fidan li Şamê civiyan
Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li Şamê bi Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera re civiya. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî beşdarî hevdîtinê bû. -
Di nava 3 rojên dawî de 174 kes hatin binçavkirin
Di nava sê rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 174 kes hatin binçavkirin. -
Banga rawestandina cezayê darvekirinê
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê bang kirin û xwestin, girtî bêne berdan. -
Îranê 2 ciwan darve kir
Rejîma Îranê Mihemed Emîn û Şahîn Wehîd Persit darve kir. -
Şerê Îranê di roja 37'an de ye
Şerê Îran-DYE/Îsraîlê kete roja 37'an. Şer bi êrişên li hemberî hev dewam dike.